Cotmeh 19, 2022 11:39 Asia/Tehran
  • Di operasyona Rûsyayê ya li Idlibê de depoya cebilxaneyan hat îmhakirin û 10 terorîst hatin kuştin

Berpirsekî navenda lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê da zanîn; Di operasyona hêza hewayî ya vî welatî li dijî çeperên koma têrorîst a Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê de, herî kêm 10 terorîst hatin kuştin û depoyên cebilxaneyên wan hatin jinavbirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Andrey Boldirov, cîgirê demkî yê Navenda Lihevanînê ya Rûsiyê li Sûriyê, ji lidarxistina operasiyona hewayî û êrişa ser çeperên têrorîstên Heyet Tehrîr El-Şam li herêma Idlibê xeber da.

Boldirov di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Di 17’ê Cotmehê de hêzên hewayî yên Rûsyayê li nêzî bajarokên Nexlî û Keferziba yên parêzgeha Idlibê, 3 topên D-30 122 mm, 3 topên S-60 ên dijî hewayî, depoyek cebilxane û Deh terorîstên grûpa Heyet Tehrîr El-Şam ku di topbarankirina çeperên artêşa Sûriyê de beşdar bûn, ji nav birin.

Cîgirê demkî yê Navenda Lihevanînê ya Rûsiyê li Sûriyê, bi diyarkirina vê yekê ku terorîstên hatine armanckirin metirsiya ewlehiyê li ser hêzên Rûsiyê bûn, got: "Di encama êrişa esmanî de li ser bargehên binerdê yên terorîstan li nêzîkî Museybinê, 13 terorîst ji wan fermandarên wan ên meydana şer Ebû Yûsif El-Şamî û Xalid El-Yûsif (Ebû Umer) hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku herêma kêmkirina rageşiyê ya Idlibê ku parêzgeha Idlibê û beşek ji parêzgehên Heleb, Hema û Laziqiyê digirin ber xwe, penageha dawî ya têrorîstên “Tehrîr El-Şam” (Cebhet e. El Nûsre) ye.

Serepeyv