Cotmeh 15, 2022 13:02 Asia/Tehran
  • Di şerê navbera komên terorîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Sûriyê de 27 kes mirin

Rêxistina çavdêriya mafên mirovan a ser bi opozesiyona Sûriyê ragihand; Di şerê di navbera koma têrorîst a Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ku Tirkiye jê piştgiriyê dike û komên din ên girêdayî Tirkiyê de 27 kes hatin kuştin.

Artêşa Tirkiyê û komên terorîst ên ku ji wan piştgiriyê dike, bi behaneya şerê li dijî terorîstan, ev nêzîkî du sal û nîv e ku navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagîr kirine û niha ji bo hedefên xwe yên nerewa û siyasî ev komên terorîst berdane dor canê hevdu.

Li gorî bingeha “El-Neşra”; Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Tehrîr el-Şam di şerekî ligel çeteyên din ên ser bi Tirkiyê ve, kariye bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê bêxe bin lepên xwe.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand; Heyet Tehrîr el-Şam vê heftiyê çend gund û deverên nêzîk li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê kontrol kirin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, kesên ku di van şer û pevçûnan de hatine kuştin, 19 çekdar û 8 sivîl in, ku di nav wan de gelek zarok jî hene.

Divê were gotinê ku Heyet Tehrîr el-Şam bi razîbûna Tirkiyê hewl dide bi temamî li ser hemû herêmên di navbera Idlib û Trablusê de bi deshilat bibe.

Çavkaniyên nûçeyan roja çarşemiya buhurî ragihandin ku şer û pevçûnên dijwar di navbera komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li taxên bakûrî yên parêzgeha Helebê li bakûrê Sûriyê qewimîn û di encamê de bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku têrorîstên Cebhet El-Nusra û komên din ên ser bi artêşa Tirkiyê ve di rewşekê de ketine dor canê hevdu ku dewleta Tirkiyê di van mehên dawî de çendîn caran xwe piştgirê gotûbêjkirina bi dewleta Sûriyê re li ser asta bilind nîşan daye. Pispor û karzan dibêjin ku Tirkiye plan dike ku bi zûtirîn dem ji aloziya deh salî ya Sûriyê derkeve û penaberên Sûriyê vegerîne welatê wan da ku bikare dengên xwe di hilbijartinên serokomariyê yên sala bê de zêde bike.

Serepeyv