Şer û pevçûnên giran nêzîkî Efrînê di navbera komên terorîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike
Çavkaniyek ji bajarê Efrînê bo Rûdawê ragihand, piştî ku çeteyên Tehrîr el-Şam gundê Kurzêlê kontrol kirin, niha nêzîkî bajarê Efrînê bûne.
Çavkaniyên kurdî ragihand, şerekî giran di navbera çekdarên her du grûpên Cebhe el-Şamiye û Emşat de li gundên Mabata berdewam e.
Li aliyekî din şerê grûpên Cebhe El-Şamiye û Firqeya Hemzat ji bajarê Babê gihişt Efrînê
Li gorî çavkaniyên xwecihî, duh piştî nîvro di navbera herdu grûpan de li gundê Basûtê yê nahyeya Şêrawa û gundên Bablît û Tilfe yên nahyeya Cindirêsê şer û pevçûn çê bûne û çekên giran hatine bikaranîn.
Her li gorî agahiyan 2 çeteyên Firqeya Hemzat li gundê Basûtê hatine kuştin.
Koma terorîst a Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê jî deriyê Xezawiye yê nahyeya Şêrawa di navbera Efrîn û Idlibê de girtiye û hêzeke zêde şandiye wê navçeyê.
Îro serê sibehê jî di navbera çekdarên Feyleqa Sêyem û Firqeya Hemzat de li derdora bajarokê Bizaa li rojhilatê bajarê Babê şer derket û di encamê de kesekî sivîl hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku çeteyên Feyleqa Sêyem dest danîne ser Kolêja Leşkerî û zindana Zira’a ku di kontrola Firqeya Hemzat de bûn.
Li gor heman çavkaniyan, di nava zindana Ziraa de girtiyên jin jî hene.
Aloziyên li Babê piştî wê yekê hatin ku çalakvan Mihemed Ebduletîf ku bi Ebû Xenûm dihat naskirin û hevjîna wî ya ducanî di 7 vê mehê ve ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin. Ji wê demê ve tevlihevî û alozî li Babê berdewam e.
Her wiha çekdarên Tehrîr el-Şam an jî Cebhet El-Nusra beriya niha dergehê Xezewî yê navçeya Şêrawa ya ku Efrîn û Idlibê bi hev ve girêdide girtibûn û hêzeke zêde şandibûn wê herêmê.