Cotmeh 10, 2022 15:07 Asia/Tehran
  • Amerîka rê li ber şandina xwarin û dermên bo bajarê Hesekeyê digire

Alîkarê Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê got: Hevpeymaniya leşkerî ya neqanûnî ya bi serokatiya Amerîkayê rê li ber şandina alîkariyên mirovdostane ji wan xwarin û dermên bo gelê bajarê Hesekeyê digire.

Alîkarê Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê ya ser bi Wezareta Berevaniya Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Hevpeymaniya leşkerî ya neqanûnî ya qaşo navneteweyî ku îdiaya şerê dijî koma terorîst a DAIŞê dike, hema wisa
astengîderxistinê li ser rêya pêkanîna memûriyetên mirovdostane yên hevpar di navbera Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê û Heyva Sor a Sûriyê li Hesekeyê didomîne û rê li ber gihandina xwarin û dermên bo niştecihên vî bajarî digire.


Olîg Îgorov, alîkarê Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê tevî amajeya bi vêya ku hêzên amerîkî yên dagirker bi kiryarên xwe pêşî li hewildanên dewleta Sûriyê ji bo cihanîna bernameyên tenduristî û vaksînekirinê ku bi armanca pêşîgirtin li belavbûna nexweşî û pandemiyan pêk tên, girtiye, got: Ev karê wan dibe sebeba berfirehbûna cûreyên nexweşiyan li hin navçeyên parêzgeha Hesekeyê.

Navçeyên di bin dagirkeriya hêzên amerîkî li Heseke û cihên din ên bakûrê Sûriyê, hertim şehedê nerazîtiya welatiyên sûrî li hemberî kiryarên terorîstî yên dagirkeran in.


 

Serepeyv