Cotmeh 07, 2022 18:46 Asia/Tehran
  • Tirkiyê û çeteyên wê gundê Zor Mixarê li Kobanî topbaran kir

Hêzên Tirkiyê komên çete û terorîst gundê Zor Mixar li rojavayê bajarê Kobanî yê Kurdistana Sûriyê bi dijwarî topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên kurdên Sûriyê, êvara duh 6ê Cotmehê hêzên Tirkiyê pêgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyê li gundê Zor Mixarê li Kobanî bi dijwarî topbaran kirine.

Di encama topabrana li ser wî gundî de serbazekî artêşa Sûriyê birîndar bûye.

Berî çend mehan di demekê de ku Tirkiyê gefên xwe bo destpêkirina êrîşeke leşkerî bo ser deverên kurdî yên Sûriyê zêde kirin, di encama hin danûstandinan de HSDê rê da artêşa Sûriyê ku hejmarek leşkerên xwe bi tank û topan ve li Kobanî bicih bike.

Di 5ê Cotmehê de jî, dronên Tirkiyê gundên Qere Mox, Doran û Til Şiîrê li gundewarê Kobanî bombebaran kiribûn, di encam de welatiyek li Qere Mox birîndar bûbû û zirareke mezin gihîştibû mal û milkên gundiyan.

Serepeyv