Cotmeh 07, 2022 15:03 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê gundên Hesekê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar (çete) yên ser bi wê ve 7 gundên ser bi bajarokê Zirganê yê bakurê Sûriyê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 6ê Cotmehê hêzên Tirkiyê û komên çete gundên Um Hermele, el-Bûbî, el-Esediye, el-Nuweyhat, Xirbet Şiîr, Til el-Werd û Dada Ebdal ên navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Heseke bi giranî topbaran kirine.

Heman çavkaniyan dane xuyakirin ku zêdeyî 100 gullên topan li wan heft gundên Zirganê ketine.

Di encama van topabranên dijwar de zirarên zêde gihîştin mal û milkên gundiyan û pêleke derbiderbûnê ber bi navçeyên aram ve destpê kir.

Li gor agahiyan, bi sedema topbaranê herwiha zirareke zêde giha aşê Zirganê û avahiya Şaredariyê.

Roja 5ê Cotmehê jî, hêzên Tirkiyê gundên Derdare û Esediyê topbaran kiribûn, di encam de 2 şervanên HSDê birîndar bibûn.

Topbarana hêzên Tirkiyê bo ser navçeyên kurdên Sûriyê rojane berdewam e.

Tevî topbarananê , hin caran êrîşên bi dronan jî li nav axa Kurdistana Sûriyê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de çê dibin.

Serepeyv