Cotmeh 05, 2022 15:00 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê di salvegera Şerê 1973an da tetbîqata leşkerî li dar xist

Hêzên çekdar ên Sûriyê di salvegera şerê sala 1973an li dijî Rejîma Siyonîst da, tetbîqateke leşkerî ya berfireh bi çekên şêrr li dar xist.

Li gorî rapora El-Minarê, Hêzên bejahî û asimanî yên Artêşa Sûriyê di salvegera şrê 1973an tetbîqateke leşkerî ya berfireh û çendrojî bi çekên şêrr li dar xist.

Di vê tetbîqatê da, mînaka şerê rasteqîn hat ceribandin û rêveberê tetbîqatê hin şirove derbarê îdeya şêrr û qonaxên wê pêkhatî ji êrîşa berfireh li ser baregehên dijmin û binesaziyên wî raber kirin.

Alexander Chayko frmandarê hêzên bicihbûyî li Sûriyê û hejmareke efserên artêşa Rûsiyê çavdêriya vê tetbîqata leşkerî kirin

Hêjayî gotinê ye ku Şerê Cotmeha 1973an an jî Şerê Remezanê û her wiha Şerê Kîpûrê (bi gotina Siyonîstan) ji 6 heta 25ê Cotmeha 1973an di navbera Misir, Sûriye û Rejîma Siyonîst da qewimî.

 

 

Serepeyv