Cotmeh 03, 2022 18:08 Asia/Tehran
  • Baregehên 'Cebheya Nusreyê' li bakûrê rojavayê Sûriyê hatin jinavbirin

Artêşa Sûriyê bi top û mûşekan baregehên terorîstan li bakûrê rojavayê vî welatî dan ber êrîşê.

Artêşa Sûriyê roja Duşemiyê baregehên terorîstên Cebheya Nusreyê li derdora Cesr El-Sexîra Idlibê li bakûrê rojavayê vî welatî dan ber êrîşên topxaneyê.

Çavkaniyeke leşkerî ya sûrî ragihand: Hêzên artêşa Sûriyê baregehên Cebheya Nusreyê li Fetîre, Sefohen, San, Beyneyn, Hereş Beyneynê li navçeya Cebel Zawiyeyê ya dorhêla başûrê Idlibê dan ber êrîşê. Di encamî da teorîstên bicihbûyî li van baregehan hatin kuştin.

Rojnameya El-Wetenê nivîsî: Hêzên artêşa Sûriyê bi roketavêjan tiştê ku wek Odeya Operasiyonê ya koma bi navê Feth Ul-Mobînê bi serkirayetiya Cebheya Nusreyê bû, li ser rêya navbera rojavayê Idlibê û Laziqiyeyê da ber êrîşê.

Li gorî vê raporê, Gundê Til El-Lebenê li rojavayê navçeya Til Temirê li kêleka Rêya M4'ê li bakûrê rojavayê Hesekeyê jî hat gulebarankirin.
 

Serepeyv