Cotmeh 03, 2022 14:53 Asia/Tehran
  •  HSD: Îdiayên Tirkiyê derbarê kuştina 10 şervanên me ne rast in

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê derewandin ku dibêje di nava 2 rojan de 10 şervanên wan kuştine.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û tê de diyar kir ku îdiayên dewleta Tirkiyê yên kuştina 10 şervanên HSD'yê derew in.

Li gorî vê çavkaniyê, di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker 30ʹê Îlona borî û 2ʹyê Cotmehê daxuyanî dan û îdia kir ku di wan rojan de 10 şervanên me şehîd xistine. Ev îdia ji rastiyê dûr in."

 

Serepeyv