Cotmeh 01, 2022 10:39 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê leşkerên Amerîkayê paşve dan

Artêşa Sûriyê rê li ber karwaneke serbazî ya Amerîkayê girt û ew neçar kirin ku paşve vekişin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA), komek leşkerên sûrî rê li ber karwanê leşkerî yê Amerîkayê li derdora bakurê rojhilatê bajarê Hesekê li yek ji xalên pişkinînê girtin.

Ev karwanê ku ji wesayitên zirêhî pêk dihat, dixwest di rêya gundê El-Sibat re derbasî Til Berak bibe, lê ji ber berxwedana hêzên Sûriyê neçar ma paşde vekişe.

Hefteya borî karwanekî leşkerî ya Amerîkî hewl dida ku derbasî gundê El-Xeracene li gundewarê Til Temirê yê derdora bakurê rojavayê Hesekê bibe, rastî berxwedana hêzên Sûriyê hat û artêşa Sûriyê ew neçar kir ku paşde vekişe.

Hikûmeta Sûriyê bi berdewamî tekez li ser vê yekê kiriye ku hêzên Amerîkî û hêzên girêdayî wê li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê ji bilî talankirina petrola vî welatî ti armanceke xwe ya din tinen û divê ji vê deverê derkevin.

Serepeyv