Îlon 30, 2022 20:01 Asia/Tehran
  • Çekdarên ser bi Tirkîyê nîvê hasila zeytûnê bi zorê ji cotkarên Efrînê distînin

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li herêma Efrînê baca zorane li ser cotyarên Kurd disepînin.

Li bajarokê Şiyê li Efrînê, grûpa Siltan Silêman Şah ku weke Emşat tê naskirin 5% ji zeytûnên şîn û 5% ji zeytê wekî bac ji cotyarên Kurd distîne. Li ser her darzeytûnekê jî 5 dolar wekî bac li ser welatiyên ku li derveyî Sûriyê ne hatiye ferzkirin.

Çavkanîyên xwecî radigihînin ku di dema berhevkirina hasilê da li miletê tê ferzkirin ku nîvê hasila xwe bidin komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê.

Dema çinîna zeytûnan li Efrînê berê ji serê meha Mijdarê ve destpê dikir. Lê ji dema ku herêm ji aliyê Tirkiyê û çekdarên ser bi Enqerê va hatiye dagirkirin, cotyarên Efrînê ji tirsa dizî û talana ji hêla grûpên çekdar û xelkê hawirde, ji dawiya meha Îlonê û destpêka Cotmehê ve bi şêweyekî pêşwext dest bi çinîna zeytûnên xwe dikin.