Îlon 26, 2022 17:00 Asia/Tehran
  • 29 kes ji ber tûşbûna bi Nexweşiya Kolêreyê li Sûriyê mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê qala mirina 29 hemwelatiyên sûrî ji ber tûşbûna bi Nexweşiya Kolêreyê (Weba) kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand: Hejmara gişt haletên tûşbûna bi Nexweşiya Kolêreyê li vî welatî gihîştiye 338 û 29 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Zehîr El-Sehwî, Rêveberê nexweşiyên vegir û demdirêj li Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê got: 230 haletên tûşbûna bi Kolêreyê li Helebê, 55 halet li Dêrazorê, 25 halek li Hesekeyê, 19 halek li Laziqiyeyê û 4 halet li Şamê hatine qeydkirin.

Wî got: 25 kes li Helebê, du kes li Dêrazorê û du kes jî li Hesekeyê ji ber tûşbûna bi Kolêreyê mirine.

Sehwî qala tomarkirina du haletên nû yên tûşbûşna bi Kolêreyê li parêzgeha Şamê kir.

Berpirsên navçeyên sînorî yên Sûriyê dibêjin, kiryara Tirkiyê ya girêdana ava çeman û pêşîgirtin li gihîştina avê bo Sûriyê, hokara belavbûna Kolêreyê li vî welatî ye.
 

Serepeyv