HSDê 3 çekdarên DAIŞê li Reqayê girtin
Îlon 24, 2022 13:04 Asia/Tehran
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sê çekdarên DAIŞê li bakurê parêzgeha Reqayê ya Sûriyê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan dor li baxçeyê El-Celaya li bakurê bajarê Reqayê girtine û sê çekdarên şaneyên DAIŞê girtine.
Li gorî agahîyan, di dema kontrolkirina cihê wan de HSD dest danîne ser hejmarek amûr û kelûpelên ku di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn.
Roja 22ê Îlonê jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk otomobîleke bombekirî ya çekdarên DAIŞê li gund Til Hemîsê pûç kiribûn.