Îlon 21, 2022 12:36 Asia/Tehran
  • Tirkîyê êrişî Eyn Îsayê kir; 2 kes hatin kuştinê

Artêşa Tirkiyê derdora bajarê Eyn Îsayê da ber topan.

 

Di encama êrîşên bi xwofiran ên artêşa Tirkiyê de ser gundê Siwêdiyê li navçeya Eyn Îsayê 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecehî, şeva buhurî xwofirên Tirkiyê êrîşî malên welatiyan li gundê Siwêdiyê ser binavçeya Eyn Îsayê kirine û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, herwiha zîyan li mal û milkê welatîyan jî ketîye.

 

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê girîngiyeke stratejîkheye. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdarên ser bi Enqerê, yê rêya di navbera herêma Cizîrê û Kobanîyê de were birrînê.