Hêzên Asayişê yên bakur û bakur-rojhilata Sûrîyê planke DAIŞê pûç kirin
Îlon 21, 2022 11:03 Asia/Tehran
Hêzên Asayişê yên bakur û bakur-rojhilata Sûrîyê ragihandin ku wan planeke DAIŞê li dijî Kampa Holê ya Li Hesekê pûç kirine.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayişa bakur û bakur-rojhilata Sûrîyê di daxuyaniyekê de ragihand ku şaneyên DAIŞ plan kiribûn ku êrîşî hêzên pasevaniya Kampa Holê bikin.
Li gor daxuyaniyê, di encama wergirtina agahiyan derbarê planê de, Hêzên Asayişê yên bakur-rojhilata Sûrîyê himberî şaneyên DAIŞê rabûn.
Di encamê de, hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hejmarek jî hatine girtin.
Şayanî gotinê ye ku DAIŞê êrişên xwe piştî destpêbûna qonaxa duyê ya operasyona Ewlekarî û Mirovî li Kempa Holê ya di bin kontrola HSD da zêde kirine.