Îlon 20, 2022 11:09 Asia/Tehran
  •  Artêşa Sûriyê baregehên terorîstan li bakûrê rojavayê vî welatî dan ber êrîşê

Artêşa Sûriyê baregehên koma terorîst a Cebheya Nusreyê li navçeya "Kêmkirina Kêşeyê" li bakûrê rojavayê vî welatî dan ber êrîşê.

Navçeya Kêmkirina Kêşeyê pêkhatî ji parêzgeha Idlibê û hin navçeyên parêzgehên Heleb, Hemah û Laziqiyeyê li bakûrê rojavayê Sûriyê ye û di van navçeyan da terorîstên Cebheya Nusreyê û çekdarên girêdayî bi Tirkiyê hene.

Li gorî rapora malpera Rojnameya sûrî ya El-Wetenê, Artêşa Sûriyê wek berteka li hemberî du êrîşên koma terorîst a Cebheya Nusreyê (Tehrîr el-Şam) li ser Idlibê û sê êrîşên vê komê li ser Laziqiyeyê li Navçeya Kêmkirina Jêşeyê li Sûriyê, baregehên terorîstan li Deşta El-Xabê li bakûrê rojava û derdora başûrî ya Idlibê dan ber êrîşê.

Li gorî vê raporê, Yekîneyên artêşa Sûriyê li parêzgeha Hemahê bi topxaneya giran baregehên Cebheya Nusreyê û komên hevpeymana wê li derdora gundên Helûbe û Mihwer Meşarî'ê li deşta bakûrê rojavayê El-Xabê dan ber êrîşê û hevdem yekîneyên leşkerî li başûrê parêzgeha Idlibê jî cihên kombûna terorîstan li navçeyên Sefûhen, Bînîn û El-Bareyê li navçeya Cebel ul-Zawiyeyê li gulebaran kirin.

 

 

Serepeyv