Îlon 19, 2022 17:15 Asia/Tehran
  •  Dagirkeriya Tirkiyê bûye sebeba belavbûna nexweşiya Kolêreyê li Hesekeya Sûriyê

Dewama qutkirina ava vexwarinê ji aliyê Tirkiyê va bûye sebeb ku nexweşiya Kolêreyê li hin navçeyên parêzgeha Hesekeya Sûriyê belav bibe.

Îsa Xelef rêveberê Tenduristiya Hesekeyê got: Ev du meh in ku bajarê Hesekeyê ji ber dagîrkeriya Tirkiyê tûşî qutbûna avê ji aliyê tenha çavkaniya xwe ya ava vexwarinê ya pêbawer li navçeya Elûkê bûye.

Xelef got: Qutkirina avê li ser niştecihên Hesekeyê cûreyeke sûca şêrr li dijî niştecihên vê parêzgehê ye û hejmara kesên ku li bajarê Hesekeyê ava vexwarinê (ya Elûkê) bi kar tînin, derdora miliyonek kesî ye.

Rêveberê Tenduristiyê yê parêzgeha Hesekeyê tekez kir: Gelek kes tûşî nexweşiya Kolêreyê bûne û serdana navendên dermanî dikin.

Beriya vêya, Xalid Husên rêveberê tenduristiyê yê bajarê Hesekeyê jî belavbûna nexweşiya Kolêreyê li vê navçeyê ji bo qutbûna avê ya berdewam piştrast kiribû.

Serepeyv