Îlon 19, 2022 00:13 Asia/Tehran
  • Êrîşa balafirên artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê êrîşî çend gundên Kobanê û baregehên hêzên Sûriyê li gundewarê Kobanê kirin û di encamê de 3 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, îro danê nîvro balafirên şer ên Tirkiyê êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û HSDê li gundê Qeremox (li gundewarê Kobanê) û li rojhilatê Helebê kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Ji ber giraniya hin birîndaran, eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ev yek di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê ji serê vê sibê ve gundên Qamişlo, Amûde, Til Temir, Tirbesipî, Kobanê, Girê Sipî û Eyn Îsayê dide ber topan. Li gorî zanyariyan ciwanek li Kobanê birîndar bûye.

Piştî gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li herêmên kurdî yên Sûriyê û bakurê vî welatî, HSD û artêşa Sûriyê di destpêka meha Tîrmehê de gihîştibûn hevtêgihîştineke leşkerî û di wê çarçoveyê de jî, hêzên artêşa Sûriyê li hin navçeyên HSDê belav bûbûn.

Ji aliyekî din ve, Parêzgariya Rihayê ya Tirkiyê ragihand, îro di encama êrişeke gulleyên hawênê de li ser baregeheke leşkerî ya sînorî ya qezaya Pirsûsê, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û leşkerekî jî birîndar bû.

Serepeyv