Derbasbûna 100 kamyonên kelûpelên leşkerî yên Amerîkî nav axa Sûriyê
Di heyama 24 saetên borî de, hêzên Amerîkî zêdetir ji 100 kamyonên hilgirê çek û alavên piştevaniyê û otombîlên leşkerî ji Iraqê birin navendên xwe li Sûriyê.
Li gorî nûçeya ajansa Sputnik a Rûsî, karwaneke leşkerî ya Amerîkî ku ji 50 kamyonan pêk tê, derbasî bajarê Hesekê yê Sûriyê bû û ji wir ber bi baregehên Amerîkî yên li derdora bîrgeha petrolê ya El-Omer li başûrê vî bajarî ve çû.
Li gorî vê raporê, karwanekî din ji leşkerên Amerîkî bi 50 kamyonên barhilgir ên alavên leşkerî û tirimbêlên zirîpoş ketine binkeya “Tel Bîder” li bakurê bajarê Hesekê.
Di mehên borî de, gelê Sûriyê gelek caran bi çêkirina zincîrên mirovî û amûrên herî kêm, di nav wan de alavên çandiniyê û daran rê li ber derbasbûna karwanên leşkerî û piştevaniyê yên Amerîkî girtine.
Hikûmeta Sûriyê bi berdewamî tekez kiriye ku amerîkî û milîsên ku Amerîka piştgiriya wan dike li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê petrola Sûriyê talan dikin û hebûna wan neqanûnî ye.