Îlon 13, 2022 20:55 Asia/Tehran
  • Yekdengiya serokên eşîrên Sûriyê li dijî dagirkeriya Amerîka û Tirkiyê

Eşîreyên Sûriyê tekezî li ser yekrêzî û yekparçebûna axa Sûriyê kirin û li dijî hebûna hêzên Amerîka û Tirkiyê li nav axa vî welatî derketin.

Deverên bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê çavkaniyên petrolê ve zengîn in û Amerîka û Tirkiyê bi alîkariya komên girêdayî xwe ev demeke dirêj e bi dagîrkirina van deveran talan û qaçaxçîtiya petrolê dikin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), eşîra “El-Raşid” bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîrên Sûriyê li gundê “Amirye el-Heso” li bajarê Qamişlo (Bakurê Rojhilatê Sûriyê) civîneke giştî lidar xist û dagirkeriya Amerîka û Tirkiyê şermezar kir.

Şêx "Hisên El-Heso" ji rûspiyên êla El-Raşid ragihand ku zarokên êlên parêzgeha Hesekê dixwazin nerazîbûna xwe li hember hebûna hêzên dagirker ên Amerîkî û Tirkî û pabendbûna xwe bi yekparçeyiya xaka Sûriyê diyar bikin û bi rêya vê kombûnê piştgirîya artêşa Sûriyê bikin, ji ber ku artêşa Sûrîyê garantiya ewlekarîya hemî gelên herêmê ye.

Mezinê êla Cebûrê “Hesen El-Meslet” jî got ku kombûna zarokên eşîran li gundê Amiriye El-Heso peyamek e ku ew li dijî hebûna neqanûnî ya biyaniyan û dagirkeran e. Dagirkerên Amerîkî yên ku neft û genimê Sûriyê didizin û dagirkerên Tirk ku torên av û elektrîkê yên gelê Sûriyê dikin armanc.

Ji aliyeke din ve "Ehmed El-Mihemed" yek ji mezinên êlên Sûriyê jî tekez kir ku zarokên Sûriyê yekîtiya Sûriyê û şerê li dijî teror û tundrewiyê dixwazin û ew hemû piştrast in ku artêşa Sûriyê dê xaka Sûriyê rizgar bike.

Keşîşê Sûrî Selîba Ebdullah jî amaje bi wê yekê kir ku xelkê parêzgeha Hesekê hemû di wê baweriyê de ne ku artêşa Sûriyê dê wan biparêze û yekîtiya axa Sûriyê garantî bike, lewma gelê Sûriyê hemû yek malbat in û li dijî dagîrkerên diz in ku keda destê me û binekeyên me didizin û hewl didin ku dubendiyê di navbera me de çêbikin.

Serepeyv