Îlon 11, 2022 09:00 Asia/Tehran
  • HSD nêzîkî 90 kes bi tawana “sîxorî û hebûna pêwendiya wan bi Tirkiyê re” girtin

Îstixbarata Rêveberiya kurdên Sûriyê nêzîkî 90 kes bi tawana “sîxorî û hebûna pêwendiya wan bi Tirkiyê re” girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Îstixbarata Rêveberiya kurdên Sûriyê nêzîkî 90 kes bi tawana “sîxorî, hebûna pêwendiyan bi Tirkiye û grupên çekdar re û beşdariya wan di êrîşên mehên Tîrmeh û Tebaxê de” girtin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, kesên hatine girtin di zîndanên gundewarên bakurê Heleb, Heseke, Reqa û Dêrazor de ne.

Ev di demekê de ye ajansa “Associated Press” berî çend rojan di raportekê de belav kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û fermandarên HSDê civînek li dar xistin û ragihand ku armanca wan kêmkirina rageşiya li nêzîkî sînorê Tirkiyê ye.

Di nûçeyê de hate gotin ku HSD’ê li dijî hitmala destpêkirina operasyoneke nû ya Enqerê, amadekariya şerekî demdirêj dike û ji bo parastina xwe ew ê ji Şamê destekê bixwazin.

Serepeyv