Îlon 09, 2022 17:17 Asia/Tehran
  • 13 kes li navçeyên Cindirês û Şêrewaya Efrînê hatin revandin

Kiryarên Tirkiyê ên dijî welatiyên sivîl bê navber li herêmên dagirkirî yên bakûrê Sûriyê dewam dikin. Hêzên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li navçeya Cindirêsê û Şêrewayê herî kêm 13 kes revandin.

 Li gorî nûçeya Roj Newsê,Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkerên girêdayî Tirkiyê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê li navçeya Cindirêsê li 3 ciwanan da, ciwaneke din jî revandin û radestî çeteyên bi navê “Têkoşîna li dijî terorê” kirin.

Navên 3 jê zarokên kesên hatin revandin wiha ne : “Izedîn Reşîd (17) ji gundê Hemamê yê Cindirêsê, Silava Eyûb Îsa (27) ê ji taxa Zêdiyê ya navenda Efrînê, Nûredîn Emîn (16) ê ji gundê Birc Ebdala yê Şêrawayê û Mihemed El Îsa (17) ê ji heman gundî.”

Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî bi Tirkiyê welatiyê bi navê Feysel Hesen El Mihemed (39) ji taxa 16’an a navenda Cindirêsê revand.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên koma “Heyet Tehrîr El Şamê 2 welatî ji gundên Kibêşîn û Fafirtînê yên Şêrawayê revandin û wiha ne; Mihemed Ehmed Ebdo ji Kibêşînê û Xelîl Henîf Kehfano yê ji gundê Fafirtînê.

Her wiha çeteyên koma “El Hemzat ” 6 welatî ji gundê Basûtê yê Şêrawayê revandin; Mehmûd Ehmed, Mihemed Elî, Yûsif El Qasim, Xelîl Îbrahîm, Cuma Seydo û Merwan Seydo birine cihekî nediyar.

Serepeyv