Îlon 09, 2022 10:33 Asia/Tehran
  • Êrîşên asimanî li ser baregeha terorîstan li Idliba Sûriyê; Zêdetirî 120 kes hatin kuştin

Navenda rûsî ya Aştiyê li Sûriyê qala êrîşa li ser baregehên komên terorîst ên heyî li parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavayê vî welatî kir.

Koma terorîst a Bereya Nusreyê (Cebhet ul-Nuisre) ku hertim ji aliyê artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedana Îslamî va li navçeyên cûr bi cûr ên vî welatî tûşî şikestê bûye, hema wisa bi piştevaniya Tirkiyê li navçeyên kêmkirina kêşeyê yên Sûriyê ji wan li Idliba bakûrê rojavayê vî welatî maye û kiryarên xwe yên dijminane didomîne.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Balefirên şêrr ên Rûsiyê kampeke ayîdî terorîstan li navçeya Şêx Yûsifê li derdora Idlibê ji nav bir.

Di encama vê êrîşê da, zêdetir ji 120 terorîstên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê û welatên rojavayî hatin kuştin.

Beriya vêya jî, Yekîneyên naskirinê yên artêşa Sûriyê komeke çekdar ku dil hebû ber bi baregehên leşkerî li hêla têkiliyê ya li derdora bajarê Seraqibê li derdora başûrê Idlibê bi pêş da biçe, şopand û pevçûneke giran navbera hêzên artêşa Sûriyê û terorîstan qewimî.

Çavkaniyekî sûrî ragihand ku di vê pevçûnê da hêzên Sûriyê 5 kesên çekdar kuştin û 20 kes jî birîndar kirin.

 

Serepeyv