Êrîşa mûşekî ya Rejîma Siyonîst ser balafirgeha Heleba Sûriyê
Medyaya fermî ya Sûriyê şeva Sêşemê derbarê êrîşa mûşekî ya Rejîma Îsraîlê ser balafirgeha bajarê Helebê xeber dan.
Rejîma Siyonîstî di salên buhurî de çendîn caran bi rêya hewayî êrişî Şamê û navçên curbicur ên Sûriyê kirin ku li piraniya van êrişan sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê ew bê bandor kirine.
Li gorî rapora IRNA`yê, ajansa fermî ya Sûriyê; SANAyê ragihand ku balafirgeha Helebê careke din bûye armanca êrîşên Rejîma Siyonîst.
Ev duyemîn êrîşa Rejîma Siyonîst di hefteya derbasbûyî de ye, roja Çarşema buhurî jî vê rejîmê balafirgeha Helebê li gel balafirgeha Şamê bi çend mûşekan armanc kir, ku li gorî çavkaniyên xwecihî, berevaniya esmanî ya Sûriyê, 4 mûşekên rejîma Israîlî li nav axa Sûriyê îmha kirin.
Êrîşên hewayî yên Rejîma Siyonîst di demekê de ne ku dewleta Sûriyê bi caran name ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re şandine û di wan de ev êriş şermezar kirine û daxwaza rawestandina van êrîşan kiriye.