Kampa Holê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 jin rizgar kirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336284-kampa_holê_hêzên_ewlekariya_hundirîn_3_jin_rizgar_kirine
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ji Kampa Holê ya li Hesekeyê 3 jin rizgar kirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 06, 2022 07:25 Asia/Tehran
  •   Kampa Holê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 jin rizgar kirine

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ji Kampa Holê ya li Hesekeyê 3 jin rizgar kirin.

Medyaya ser bi Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku, di çarçoveya operasyona xwe de, li nav Kampa Holê hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li beşa malbatên DAIŞê, 3 jin rizgar kirin.

Li gorî heman zanyariyan, ew 3 jin hatibûne bendkirin û bi awayekî tund hatibûne îşkencekirin û li cihekî taybet ji bo îşkencekirinê, ji aliyê jinên DAIŞê ve, hatibûne veşartin.

Temenê wan jinan jî 20, 22 û 23 salî ye, lê ji bo parastina jiyana wan, navên wan nehatine eşkerekirin.

Her li gorî zanyariyan, di çarçoveya qonaxa duyem de ji operasyona bi navê “Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê”, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ser bi Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê keçeke Kurd a Êzdî bi navê Wefa Elî Ebbas rizgar kiribû.

HSD û Asayişa Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji roja 25ê meha borî ve operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê dest pê kiriye û heta niha zêdetirî 120 kes hatine girtin.