Îlon 05, 2022 18:09 Asia/Tehran
  • Artêşa Amerîkayê talankirina nefta Sûriyê didomîne

Çavkaniyên xwecihî li bakûrê rojhilatê Sûriyê qala dizîna 31 tankerên nefta vî welatî ji aliyê Amerîkayê va û veguhestina wê bo nav axa Iraqê kir.

Li gorî rapora SANA News'ê, Barê dizî yê nefta Sûriyê ji aliyê Amerîkayê va bi derbasbûna ji derbasgeha sînorî ya El-Welîdê bo bakûrê Iraqê hat veguhestin; Derbasgeha ku dewletên Şam û Bexdayê dibêjin neqanûnî ye.

Roja derbasbûyî jî leşkerên amerîkî barekî neftê ya pêkhatî ji 64 tankeran ji bîrên neftê yên navçeya El-Şerqiye û El-Cezîreya Sûriyê bi rêya derbasgeha neqanûnî ya El-mehmûdiyeyê veguhestin bakûrê Iraqê.

Taximên hevahengiyê yên wezîrên Sûriye û Rûsiyê ji bo vegerandina awareyên sûrî vê dawiyê bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku dewama talankirina nefta Sûriyê ji aliyê Amerîkayê va hokara sereke ya rewşa mirovî ya dijwar e ku welatiyên sûrî tûşî wê bûne.
 

Serepeyv