Îlon 04, 2022 12:47 Asia/Tehran
  • Parlimana Sûrîyê: Bila civatên cîhanî birrîna avê ser Hesekê da ya ji hêla Tirkîyê va şermezar bikin

Parlimana Sûrîyê di 57 nameyên bo civat û yekitîyên navnetewî da xwest ku birrîna avê ser Hesekê da ya ji hêla Tirkîyê va şermezar bikin.

Hemûde Sebbag Serokê Parlimana Sûrîyê di 57 nameyên ku ji bo Sersekreterê NYm Serokên yekitî û sazîyên parlimanî yên navnetewî, dezgehên parlimanî yên herêmê, welatên ereb û nivîsgeha mafên merivan a NY a, dewama birrîna ava vexwarinê ser zêde ji milyonek niştecihên şarê Hesekê û derdora wî da ku karê Tirkîyê û komên çekdar ên ser bi wê ye, şermezar kir.

Serokê Parlimana Sûrîyê di wan nameyana da xwest ku zorê bidin ser dewleta Tirkîyê jibo ku birrîna avê ser şarê Hesekê da rawestîne.

Wî di dawîyê da wiha got: Dewleta Tirkîyê avê wek çekekê dijî sivîlên sûrî bi kar tîne xwe jî bêyî berçavgirtina hewcedarîyên xelkê vê herêmê, ev kara binpêkirina aşkira ya hemî konvansîyon, rêkevtiname û erfa navnetewî tê hesêb.