Îlon 02, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna bombeyê li Laziqiyeya Sûriyê 8 kes hatin kuştin an jî birîndar bûn

Ajansa Russia Today a erebî ragihand ku ji ber teqîna bombeyekê li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyê kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîsmê ji çend sal berê va hin navçeyên bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê dagir kirine û beşeke leşkerên vî welatî hema wisa li van navçeyan in.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, ji ber teqîna bombeyekê li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyê kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn..

Medyayên xwecihî ragihand ku ev bombe li nêzikî zibildankekê hatiye bicihkirin.

Hûrgiliyên zêdetir derbarê vê bûyerê û sebebkarên wê hîn nehatine weşandin.

 

Serepeyv