Tebax 25, 2022 18:21 Asia/Tehran
  •  Efrîna dagirbûyî: Çekdarên ser bi Tirkiyê welatiyek revand

Li gundewarê Efrînê ya bakûrê Sûriyê, çekdarên ser bi Tirkiyê welatiyek revand.

Zanyariyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriya ve hatine ragihandin diyar dikin ku, çekdarên grûpa bi navê “Ewlehiya Mirêmîn” a ser bi Tirkiyê, bi serokatiya kesê bi navê Ebû Bekrî, roja 23yê vê meha Tebaxê, welatiyekî Kurd, bi navê Mihemed Elî Yûsif revand.

Heman çavkaniyê nîşan bi wê yekê daye, Mihemed Elî Yûsif ê 65 salî ji xelkê nahiyeya Şerran a ser bi Efrînê ye, û çekdaran ew bi tometa ku, kurekî wî endamê Yekîneyên Parastina Gel YPG'yê ye, revandiye, û hêj li cem wan girtî ye.

Di heman çarçoveyê de, çekdarên grûpa bi navê “Polîsên Leşkerî” ya ser bi Turkiyê, ciwanê 16 salî yê bi navê Remzî Remzî Kêlo girtiye. Ew jî ji xelkê gundê Erendê yê ser bi nahiyeya Şiyê ye, li gundewarê Efrînê, lê li gundê Sûrikê yê ser bi nahiyeya Recoyê niştecî ye.
 

Serepeyv