Li bajarê Qamişlo yê Sûriyê teqînek pêk hat
Tebax 20, 2022 22:14 Asia/Tehran
Çavkaniyên sûrî ji teqîna otombîleke bombekirî li bajarê “Qamişlo” li bakurê vî welatî ragihandin.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê “SANA”, îro danê sibê otomobîleke bombekirî dema ku li taxa navendî ya bajarê Qamişlo rawestiyabû, teqiya.
Li gorî vê raporê, teqîna vê otomobîla bombekirî tenê ziyanên madî li pey xwe hiştiye û ziyanên canî çênebûne.
Heta niha ti aliyekî berpirsatiya vê teqînê negirtiye ser xwe û ti nûçeyek din jî derbarê wê de nehatiye belavkirin.