Tebax 18, 2022 22:06 Asia/Tehran
  • Îdiayên Tirkiyê û HSDê derbarê şer û pevçûnên li dijî hevdu li bakurê Sûriyê

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdia dike ku artêşa vî welatî 9 endamên HSD û PYDê li bakura Sûriyê kuştin. Lê belê HSD ev îdia Tirkiyê red kir û ragihand ku hêzên HSDê di bersiva êrişên artêşa tirk 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ev 9 endamên PYD û HSDê yên ku plan dikirin êrişî devera operasyona Kaniya Aştiyê li bakurê Sûriyê bikin, hatin kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hatiye: Hêzên çekdar ên vî welatî bi biryardarî li şerê dijî PKK li bakurê Sûriyê berdewam in.

Ji aliyê din ve Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Pêncşemê ragihand, di çarçoveya berevaniya rewa de êrîş li Artêşa Tirkiyê hat kirin, 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û herî kêm 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

HSDê ragihand, di çarçoveya mafê bersivdayina rewa de li dijî êrîşên Tirkiyê yên dema dawî de HSDê 3 operasyon li ser sînorê bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê encam dan.

HSDê diyar kir ku di operasyona yekem de li Rihayê 6 leşker hatin kuştin û di nav wan de fermandarek û endamekî îstixbaratê hebûn û her wiha depoyeke cebilxaneyan jî hate teqandin.

Operasyona duyem jî li Dîlokê bû lê hejmare kuştiyan nehatiye piştrast kirin, operasyona sêyem li Mêrdînê bû û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.

HSDê tekezî li ser berdewamiya çalakiyên bersivdayînê yên di çarçoveya mafê berevaniya rewa de li dijî êrîşên Tirkiyê kir.

Serepeyv