Tebax 15, 2022 09:00 Asia/Tehran
  • Terorîstên Cebheya El-Nusreyê binpêkirina agirbesa li Idlibê didomînin

Terorîstên Cebheya El-Nusreyê hema wisa agirbesa li navçeyên Kêmkirina Kêşeyê li Idliba Sûriyê didomînin.

Li gorî rapora El-meyadînê, Navenda rûdî ya aştiya neteweyî li Sûriyê êvara Şemiyê ragihand, Terorîstên Cebheya El-Nusreyê heft operasiyonên gulereşandinê li navçeya Kêmkirina Kêşeyan li Idliba bakûrê rojavayê Sûriyê pêk anîne.

Oleg Îgorov, Dewsgirê fermandarê vê navendê ku li Baregeha Hemîmîmê bi cih bûye, tevî ragihandina vê nûçeyê got: Terorîstên Cebheya El-Nusreyê di 24 saetên debasbûyî da heft caran êrîşî ser navçeya Kêmkirina Kêşeyan li Idlibê kirine. Îgorov got ku pênc êrîş li parêzgeha Helebê û li her yek ji parêzgehên Idlib û Laziqiyeyê jî êrîşek hatiye tomarkirin.

Koma terorîst a Cebheya El-Nusreyê ku hertim tûşî têkçûnên lipeyhev li hemberî hêzên artêşa Sûriyê û hêzên berxwedana îslamî li navçeyên cûr bi cûr ên vî welatî bûye, hema wisa bi piştevaniya Tirkiyê li navçeyên Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê heye û kiryarên xwe yên dijminane didomîne.

 

Serepeyv