Cebhet El-Nusra sê êrîşên terorîstî li Idlibê û Helebê yên Sûriyê pêk anîn
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, di şev û rojekê de sê êrişên terorîstên Cebheya Nusreyê ku Tirkiye jê piştgiriya dike, li ser herêma kêmkirina rageşiyê li parêzgehên Idlibê û Helebê yên Sûriyê pêk hatine.
Koma têrorîst a El-Nusrayê ku hertim li navçeyên cuda yên vî welatî ji aliyê artêşa Sûriyê û hêzên berxwedêr ên islamî ve rastî şikestên li pey hev hatiye, bi piştgiriya Tirkiyê heta niha jî li navçeyên kêmkirina rageşiyê li Sûriyê amade ye û kiryarên xwe yên bi dijminatî didomîne.
Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan ya IRNA`yê, "Oleg Zhuravolov" alîkarê rêvebirê navenda hevahengiya Rûsiyê li daxûyaniyekê ragihand ku li navçên kêmkirina rageşiyê li Idlibê 3 êrişên koma têrorîst a El-Nusrayê hatine tomarkirin, Ji wan 2 êrîş li Helebê û êrîşek jî li Idlibê.
Di vê raportê de, hûrgilî û ziyanên van 3 êrişên terorîstî hîn nehatine eşkerakirin.
Herêma kêmkirina rageşiyê ya Idlibê ku parêzgeha Idlibê û beşek ji parêzgehên Heleb, Hemayê û Laziqiyê digire ber xwe ku bi alîkariya artêşa Tirkiyê ya dagîrker endamên terorîst ên Cebhet El-Nusra û çeteyên din ên girêdayî Tirkiyê li van deveran bi cih bûne.
Di sala 2018an de 3 herêm ketine bin kontrola artêşa Sûriyê, lê herêma çaremîn ku parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê û navçeyên wek Laziqiye, Hema û Helebê digirin ber xwe, hîn jî di destê grûpên terorîstî de ye û tê gotin ku kontrolkirina vê herêmê, piranî di destê koma têrorîst a El-Nusra de ye.