Tebax 12, 2022 19:35 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst êrîşî ser Quneytereya Sûriyê kir

Çavkaniyên medyayî ragihand ku tankeke Rejîma Siyonîst top avêtiye ser gundekî derdora Quneytereya Sûriyê.

Li gorî rapora kanala El-Meyadîna Libnanê, Tankeke Rejîma Siyonîst li Golana dagirbûyî top avêtiye ser gundê Hemîdiyeyê li derdora Quneytereyê.

Di vî halî da, ajansa Sputnik'ê ragihand ku du cotkar li gundê Hemîdiyeyê ketine ber topa avêtî ji tanka Rejîma Siyonîst û birîndar bûne.

Gundê Hemîdiyeyê di heft kîlomitriya Quneytereya Sûriyê ye û piraniya niştecihên wî mijûlî cotkarî û ajeldariyê ne.

 

Serepeyv