Tebax 11, 2022 18:50 Asia/Tehran
  • HRE: Hêzên me 6 leşkerên Tirkiyê kuştin ku yek ji wan fermande bû

Di êriş û operasiyonên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de yên sê rojên vê dawiyê li Bab, Şera û Ezazê, ku li dijî Artêşa Tirkiyê hatin lidarxistin, 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin ku yek ji wan fermandar bû û 11 leşker jî birîndar bûn.

HRE'yê derbarê operasiyon êrişên xwe yên di rojên 5, 6 û 7'ê Tebaxê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: "Li dijî êrîşên artêşa Tirkiyê a dagirker ku her roj li hember herema me têne kirin, di rojên 5, 6 û 7'ê Tebaxê de, li herêmên Bab, Şera û Ezazê ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 5’ê Tebaxê de, li herêma El-Babê, di baregehek artêşa Tirkiyê de kamerayek mobese û termalek hatin îmhakirin.

Di roja 6’ê Tebaxê de, li gundê Enabkê yê ser bi navça Şerayê, li hember baregeha artêşa Tirkiyê çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de derb li tankek û 3 obîs jî hatin xistin.

Di roja 7’ê Tebaxê de, li gundê Kil Cibrîn ê bajarokê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin ku yek ji wan fermandar bû, 7 leşker jî birîndar bûn. Her wiha depoya cebilxana baregehê hat îmhakirin.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî yek ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn."

Serepeyv