Tebax 10, 2022 09:27 Asia/Tehran
  • Kuştina serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li başûrê Sûriyê

Yek ji serkirdeyên payebilind ên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Derayê hat kuştin.

Tevî azadkirina bajarên Reqayê li Sûriyê û Mûsilê li Iraqê û bidawîhatina xîlafeta îdiakirî ya gurûpa tekfîrî ya DAIŞê, endamên vê grûpê di şeklê girûpên biçûk yên çend kesî de, dem bi dem êrişî hêzên leşkerî û sivîlan dikin û  ziyanên mirovî û aborî bi cih dihêlin.

Li gorî rapora roja çarşemê ya North Press`ê, çavkaniyekî xwecihî li parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê ji kuştina Mihemed Ebdullah El-Baye bi nasnav "Ebû Selîm El-Iraqî" yek ji serkirdeyên payebilind ên koma terorêst a DAIŞê xeber da.

El-Iraqî piştî şer û pevçûnek bi hêzên ewlekarî yên Sûrî re yên ku veşargeha wî dorpêç kiribûn, xwe teqand.

El-Iraqî bi eslê xwe ji bajarê Mûsilê yê Iraqê bû, ew li wir ji dayik bûye û yek ji serkirdeyên payebilind ên DAIŞê li başûrê Sûriyê dihat hesibandin. Ew ji aliyê artêşa Sûriyê ve di ber teqîbat û şopandinê bû.

Serepeyv