Tebax 09, 2022 19:08 Asia/Tehran
  •  Li Serê Kaniyê ya bakûrê Sûriyê di 6 mehan de zêdeyî 50 kesî hatine girtin

Li navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên bakûrê Sûriyê binpêkirinên komên çekdar li dijî xelkê navçeyê berdewam in û di nava 6 mehan de tenê li Serê Kaniyê zêdeyî 50 kesan ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêveberê Cîbicîkar ê Hevbendiya Hevdestî ya Qurbaniyan, Izzeddîn Salih derbarê rewşa ewlehiyê li navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî ragihand, tevî ku Tirkiye îdia dike li wan cihan ewlehî heye, komên çekdar li ser binpêkirinên xwe yên li dijî xelkên sivîl ên wan navçeyan berdewam in.

Izzeddîn Salih got, Berovajî çîroka Tirkiyê ti ewlehî li wê navçeyê pêk nehatiye û di 6 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 50 kes li wê navçeyê hatine girtin.

Bi gotina Izzeddîn Salih, ji wan kesên hatine girtin herî kêm 10 kes jin in.

Wî herwiha diyar kir, weke Efrînê, guhertina demografîk navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî jî çêbûye.

 

Serepeyv