Di êrişên li ser gundên Dirbêsiyê û Tirbespiyê de du kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i335759-di_êrişên_li_ser_gundên_dirbêsiyê_û_tirbespiyê_de_du_kes_birîndar_bûn
Di êrişa li ser gundê Qeremanê yê Dirbêsiyê de leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyê bişrndar bû. Her wiha di êrişa li ser gundê Til Şeîr ê Tirbespiyê de keçek birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2022 14:32 Asia/Tehran
  •  Di êrişên li ser gundên Dirbêsiyê û Tirbespiyê de du kes birîndar bûn

Di êrişa li ser gundê Qeremanê yê Dirbêsiyê de leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyê bişrndar bû. Her wiha di êrişa li ser gundê Til Şeîr ê Tirbespiyê de keçek birîndar bû.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Di êrişa artêşa Tirkiyê ya li ser gundê Qeremanê yê rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê de leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyê birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya "Şehîd Xebat" a navçeyê.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê êrişên xwe li ser gundewarê bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo berfireh kirin, vê carê gundên Til Şeîr û Girkê Zîra jî topbaran kirin. Di êrişa li ser gundê Til Şeîr de keçeke ku di nava zeviyên çandiniyê de kar dikir, birîndar bû.