Tebax 07, 2022 21:30 Asia/Tehran
  •  Agir bi konê koçberan ket; 2 zarokên birayên hev jiyana xwe ji dest da

Li Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê agir bi konekî koçberan ket, di encamê de 2 zarokên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên herêmî şeva borî li Kampa koçberan a Waşûkanî li rojavayê bajarê Hesekê ku piraniya wan koçberan ji Serê Kaniyê ne, agir bi konekî ket, di encamê de zarokên bi navên Ebid Mehmûd Semo (6) û Zahir Mehmûd Semo (5) ku birayên hevdu bûn jiyana xwe ji dest da.

Beriya ku tîmên agirkujiyê bigihêjin cihê bûyerê û agir vemirînin, 5 konên derdorê jî di nav agir de şewitîn.

Serepeyv