Leşkerên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Kobanê ciwanek qetil kir
Tebax 05, 2022 11:11 Asia/Tehran
Leşkerên Artêşa Tirkiyê li nêzî sînorê gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê ciwanek qetil kir.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Leşkerên Artêşa Tirkiyê li nêzî sînorê gundê Koran ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê bi erebeyeke zirxî ya kirpî gule li ciwanê bi navê Îbrahîm Osman Mistefa (27) reşand.
Îbrahîm Osman Mistefa ku li ber pezê xwe bû, di encama gulebaranê de birîndar bû û piştî 30 deqeyan li nexweşxaneya Kobanê canê xwe ji dest da.