Di bombebarana Tirkiyê ser Til Rifetê de 9 welatî birîndar bûn
Tebax 05, 2022 11:02 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê bi balafireke bê mirov a bi çek navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de di nav de 6 zarok bi giştî 9 welatî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê bi balafireke bê mirov a bi çek navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de 9 welatî, di nav de 6 zarok birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê. Tê gotin ku rewşa birîndarekî xeter e.