Tîrmeh 17, 2022 09:13 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê 300 leşkerên xwe şandin Minbicê

Di çarçoveya rêkevtina di navbera Rûsya, Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de 300 leşkerên Artêşa Sûriyê îro gihştin bajarê Minbicê.

Li gor çavkaniyên xwecihî duh Şemiyê 16ê Tîrmeha 2022yan, hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê bi rêya deriyê sînorî Tayha yê li başûrê rojavayê bajarê Minbicê gihîştin wê navçeya di bin kontrola HSDê de.

Derbarê hejmara wan leşkeran de heman çavkanî diyar kir ku hejmara wan 300 leşker bûye û bi rêya 6 basan derbasî wê navçeyê bûn û li gel wan 6 tank û hîlkopterek jî hebû.

Hêza navborî di çarçoveya rêkevtina di navbera Rûsya, Sûriyê û HSD de çûye herêmê û ber bi eniyên şer ên Minbicê ve çûne.

Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî roja Înê têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên kurdên Sûriyê civîneke rojnamevanî li bajarê Hesekê saz kir û tê de diyar kir ku bi navbênkariya Rûsyayê lihevkirinek di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de çêbûye bo derbasbûna hêzên hikûmetê bo navçeyên di destê wan de.

Mazlûm Kobanî eşker kiribû ku hewlên Rûsya ên bi armanca rawestandina êrişan berdewam e, û diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyê li herêmên sînorî yên di bin gefan de wekî Kobanî, Til Rifetê bi cih bûne û li Minbicê jî xebatê bi koordîneya aliyê rûsî tê kirin.

Serepeyv