Tîrmeh 16, 2022 16:13 Asia/Tehran
  • Fermandarê HSD daxwazekê ji Îran û Ûrsêtê dike

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ji ber helwestên Hevalbendîya Navnetewî ya bi serkêşîya Amerîkayê rexne kir û daxwazek jî ji Îran û Ûrsêtê kir.

 

Di halekî da ku gefên Tirkîyê têkildarî encamdana êrişeke nû ser bakur û rojhilata Sûrîyê didomin, Mezlûm Ebdî Fermandarê HSD ji Îran û Ûrsêtê xwest ku pêşîya êrişa nû ya Tirkîyê ser bakur û bakur-rojhilata Sûrîyê bigirin.

Mezlûm Ebdî ji ber helwestên hevalbendîya navnetewî ya bi serkêşîya Amerîkayê yên himberî gefên Tirkîyê dijî Sûrîyê rexne kir û got: Vê hevalbendîyê helwesteke lawaz nîşan daye û ev helwesta têra ``kutakirina gefên Tirkîyê yên encamdana êrişên nû nake.

Daxwaza Fermandarê HSD ji Îran û Ûrsêtê jibo girtina pêşîya êrişa nû ya Tirkîyê di rewşekê da ye ku wî berî vîya gotibû ku bi rayedarên hevalbendîya amerîkî, Ûrsêt û delweta Şamê ra têkildarî gefên Tirkîyê gotûbêj kirîye.

Dewleta Amerîkayê ku beşeke axa Sûrîyê dagir kirîye di salên vê dawîyê da himber destdirêjîyên berdewam ên Tirkîyê ser bakura Sûrîyê bê deng maye.