Tîrmeh 12, 2022 16:16 Asia/Tehran
  • QSD'yê 12 çeteyên DAIŞ’î li bakûrê Sûriyê girtin

QSD'yê 12 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê girtin û got ev şane ji êrişên dewleta Tirkiyê sûdê werdigirin ku careke din xwe li herêmê berfireh bikin û divê civata navneteweyî li ser vê yekê bifikire û helwestên tund nîşan bide.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da, tê de eşkere kir ku hêzên wan bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê kir.

Di daxuyaniya QSD'yê de wiha hate gotin:

"Di dema borî de, bi taybet piştî dewleta Tirkiyê gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin amadekariyên şaneyên veşartî yên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ên pêkanîna êrişên li dijî herêmê zêde bûn. Gelek şane ji herêmên dewleta Tirkiyê dagir kirine hatin û dest bi êrişên terorîst kirin. Ji armancên wan êrişan, planên li dijî welatiyên li herêmê bûn. Her wiha ji hedefên wan êrişeke berfireh û xeternak pêk bînin, ew jî revandina jinên rêxistina DAIŞ’ê ji kampa Holê û gihandina herêmên dagirkirî ye.

Ji bo têkbirina wan şaneyên û bi rasthatina gefên dewleta Tirkiyê hêzên me bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê dest bi hemleya tunekirina wan şaneyan kir. Di hemleyê de 12 terorîst hatin girtin, cebilxane, çek û amûrên leşkerî yên li gel wan hatin girtin.

Serepeyv