Feysel Miqdad: Êrîşên Îsraîlê bê bersiv namînin
Wezîrê karên derve yê Sûriyê tevî şermezarkirina hewildanên rojavayî ji bo berfirehkirina xeleka teror û şêrr li hin deveran, hişyarî da Rejîma Siyonîst ku Sûriye dikare bersiva êrişên siyonîstan bide.
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Abdullahiyan duh Şemiyê ji bo gotûbêjkirin û danûstandina nêrînan bi rayedarên payebilind ên Sûriyê re gihîşt Şamê û li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Feysel Miqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê êvara şemiyê li civîneke çapemeniyê li gel Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Em ji Israîlê re dibêjin ku hêza ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin sînorên xwe heye û divê Îsraîl bizane ku êrişên wê bê bersiv namînin."
El-Miqdad bi gotina vê yekê ku peywendiyên Îran û Sûriyê ji bo navçe û cîhanê sûdmend in, eşkere kir: Li hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Îranê re, têkiliyên dualî yên Tehran û Şamê bi kûrahî hatin nirxandin.
Emîr-Ebdullahiyan êvariya roja Şemiyê jî bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.
Wî di vê hevdîtinê de bêdengiya welatên dewekar ên rojava li hemberî kiryarên hovane û dagîrkerî yên Rejîma Siyonîst nîşana durûtiya van welatan û standardên wan ên du curî da zanîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên navçê bi gotûbêj û hevkariyê û eşkere kir ku Îran li dijî wê yekê ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li operasyonên leşkerî bidin.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha hewlên hikûmet û serokomarê Sûriyê ji bo bihêzkirina yekitiya niştimanî, yekparçetiya ax û serweriya vî welatî bi qîmet û girîng nirxand û got: dijberên yekperçetiya axa Sûriyê û serweriya vî welatî hewla têkdana rewşa vî welatî didin.