Tîrmeh 02, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên li dijî kiryarên çeteyan li Serêkaniyê hat lidarxistin

Gelek niştecihên bajarokê Til Helef ê rojavayê Serêkaniyê yê dagirkirî xwepêşadanek li dar xist, tê de banga vekirina dermanxaneyan kir, tevliheviya ewlehî û kiriyarên ku çeteyên qaşo "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" bi desteka dewleta Tirkiyê dikin, şermezar kirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku gelek şerêniyên bajarokê Til Helef ê rojavayê Serêkaniyê ya dagirkirî daketin qadan û bang li "Komîteya Tenduristiyê û polîsên artêşa Tirkiyê" kir ku dermanxaneyan vekin.

Her wiha xwepêşandêran binpêkirinên li Serêkaniyê û gundewarên wê şermezar kirin, li hemberî vê çeteyên "Polîsên Sivîl" êrişî xwepêşandêran kir, hêzên artêşa Tirkiyê ketin tevgerê û hin rê girtin.

Li herêma Serêkaniyê çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" li dijî şêniyên herêmê yên li malên xwe mane, sûcan pêk tînin.

"Komîteya Tibî û polîsên sivîl" 28`ê Hezîrana derbasbûyî çend dermanxane girtin û dermanên li Serêkaniyê desteser kirin, hin ji wan li pêşiya ragihandinê şewitandin û hin jî piştî xwediyên wan bertîl dan komîteyê, li wan vegerandin.

Serepeyv