Tîrmeh 01, 2022 09:52 Asia/Tehran
  •  Çiya Kurd: Peymana Tirkiyê bi Fînlandiya û Swêdê li Madrîdê ji bo dijminatiya bi Kurdan re ye

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku peymana sê alî ya beriya civîna NATO'yê ya di navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê de razîkirina Tirkiyê ye ku rêvebertiya hêzên hegemonîk bike, li beramberî ku hikumetên Swêd û Fînlandiyayê ji nirxên xwe yên demokratîk dûr bikevin. Çiyar Kurd got, lihevkirin dijbertiya gelê Kurd e.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Cîgirê Heverokatiya Meclisa Rêveber a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê) Bedran Çiya Kurd di gotûbêjekê da got: "Tirkiyê ji şirîkên xwe yên NATO'yê dixwaze ku bibin şirîkên qirkirina Kurdan."

Bedran Çiya Kurd her wiha got: "Peymana li Madrîdê peymanek li dijî kurdan û dijbetiya nirxên demokratîk ên welatên Skandînavyayê ye. Baweriya me bi gelên Skandînavyayê heye. Em bang li tevahî partiyên siyasî û saziyên sivîl dikin ku dengê xwe bilind bikin, mîna berê piştevaniya bi têkoşîna gelê me re bidomînin û bi siyasetên dijbetiya kurdan neyên."

 

Serepeyv