Hezîran 30, 2022 19:06 Asia/Tehran
  • Daxwaza Rûsyayê ji bo rawestandina êrîşên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê

Alîkarê yekem ê nûnerê hertimî yê Rûsyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî daxwaza rawestandina bê şert û merc a êrişên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dmitry Polyansky, alîkarê yekem ê nûnerê hertimî yê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, şeva çarşemê ji dijberiya welatên rojavayî li hemberî daxuyaniya vî welatî li Konseya Ewlehiya NYê ya şermezarkirina êrişên Rejîma Siyonîst li Sûriyê rexne kir û got: Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, divê hebûna leşkerî ya biyanî ya neqanûnî li vî welatî bi dawî bibe; Her wiha divê êrîşên hewayî yên Îsraîlê bê şert û merc rawestin.

Alîkarê balyozê Rûsiyê berdewam kir, rewşa xirab a aborî û mirovî li Sûriyê rasterast encama dorpêçên yekalî yên wêranker ên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ye.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad şeva duşemiyê got, her kesê ku hewl didin êrişên Tirkiyê û rojava li ser Sûriyê pêne bikin û li henceta ji bo van êrişan digerin, bila guh bidin ser vijdana xwe û li ser hestên xwe rawestin û got: Dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û Amerîkayê ve. binpêkirina serweriya Şamê ye.

Serepeyv