Hezîran 26, 2022 14:00 Asia/Tehran
  • Berdevkê YPG'yê: Bila civata navneteweyî hevkariya dewleta Tirkiyê ya bi DAIŞ'ê ra bibîne

Nûrî Mehmûd hişyarî da ku gefên dewleta Tirkiyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DAIŞê vedijîne û got: "Ya balkêş, di her gefeke dewleta Tirkiyê da tevgera çeteyên DAIŞ'ê zêde dibe.''

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd teqez kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên dagirkirî û çolistana Sûriyê derbasî herêmê dibin.

 

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, têkiliyên di navbera gefên dewleta Tirkiyê û tevgera çeteyên DAIŞ'ê da nirxandin û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li gor AKP'ê ya ku Erdogan serokatiya wê dike tev digere û got: "Her ku dewleta Tirkiyê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, çeteyên DAIŞ'ê tevgera xwe zêde dikin, ev tê wateya ku her du alî heman hişmendî ne lê navên wan cuda."

Nûrî Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirkiyê ku xwe weke endama NATO'yê dibîne, peyman û qanûnên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Berdevkê YPG'yê her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê di bin navên cuda da li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê da tev digerin.

Serepeyv