Hezîran 25, 2022 17:27 Asia/Tehran
  • 7 sal di ser êrişa dirindane ya terorîstên DAIŞê li ser Kobanê re derbas bû

Îro 25ê Hezîrana 2022an, 7 sal di ser êrîşa koma terorîst a DAIŞê ser bajarê kurdî yê Kobanê li bakurê Sûriyê re derbas dibin. Vê koma terorîst li vî bajarî komkujî û wêraniyeke mezin encam da.

Li gorî ragihandina teşkîlata bakur û rojhilatê Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser, di wê êrîşê de nêzîkî 233 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

15ê Îlona 2014an, terorîstên DAIŞê ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve, êrîşî ser Kobanê kir û 350 gundên wê dagir kirin, piştre girte ser navenda bajarê Kobanê.

Piştî 134 rojan ji şer û pevçûnên giran, 26ê Kanûna 2015an, bi berevaniya Hêzên kurd yên YPG û YPJê û xelkê herêmê û beşek ji hêzên Pêşmerge ku çûbûn alîkariya wan Kobanî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê (PDPKS), di heftemîn salvegera komkujiya DAIŞê li Kobaniyê de, bi daxuyaniyekê daxwaz ji hêzên xwedî bandor li Sûriyê kir ku ew rê li ber gef û êrîşên Tirkiyê bigirin. Di heman daxuyaniyê de daxwaza qerebûkirina malbatên qurbaniyan kir.

Serepeyv